Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.
Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan ditîne. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.
Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de.
Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.
Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar buhareke germ çêkim.
Were dotmam, heyraniya pismam were, xwe di germiya dilê min ê ciwan ciwaniya min a kevn de bigermîne.
Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.
Celadet Alî Bedirxan