Ahmet Kaya stranbêjek bû.
Zarokî bû.
Bi hêrs bû.
Birîndar bû.
Û, dawiya emrê xwe li bajarên ku ta bi
baranên wan nas nedikir, tenê bu.
Li bajarekî ku bi zimanê wî nizanibû,
di nav destên jina xwe û keça xwe de mir.
Zû mir. Weke zarokekî mir.
Weke berê yên li sirgûniyê mirine, di nava
tenayiya xwe de bû parçe parçe û mir. Li axa welateî ku nas nedikir hat veşartin.
Ji bo ku xwest straneke kurdî bibêje,
ew terkandin û bi ve cudahiyê mir.
Bi kurdî jî nizanîbû.
Êdî wê menqela xwe ya piyeki wê şikestî nikariya vêxe,
wê nikariya digel dostên xwe eraqê vexwe û wê xaka
ku li ser hatiye dinê nikariya careke din bibîne.
We nikaribe car din stranan bibêje.
Êdî xetereyeke wiha nema ku ew stranan bi kurdî bibêje.
Xwezî min bikariya bistranda.
Minê bo wî straneke kurdî bigota.
Straneke li ser tenayiyê, straneke li ser mirinê
Straneke ku dibêje, ji zarokên ku distrînin hez bikin.
Straneke ku yekî wesiyata wî wiha bûye vedibêje,
Gava ez mirim billa tu kes mebêje, ji welatê xwe hez nedikir.
Minê straneke kurdî bigota bo wî.
Ger min bizaniya bistranda.
Wî dizanîbû bistrîne.
Lê strana ku min nikarî bibêjim,
wî jî nikarî bibêje.
Li bajarekî ku baranên wî nas nedikir,
tenê, bihêrs û xemgîn mir.
Stranek ma ku nehatiye gotin lê
bendewar e ku bê gotin.
Belkî rojekê, gava ew stran hat gotin,
belkî ew jî me efû bike.
Ahmet Altan