Keman dinale, keman dilûbîne.
Sazbendê kal ji cîhana dor xwe, ji xerêqên rojê gişkan hilatiye û xwe berdaye nav cîhana
awazan.
Ji gurbûna hesîna bedena wî bûye kevan.
Bi dil û can lê dixe!
Ez gelekî dixwazim carekê herim St. Pêtêrbûrgê.
Min bêriya şevên spî kiriye!
Zanî, çawan te got Polonêz a Agînskî salên xortaniya te tîne bîra te, a min jî
piraniya bîranînên min bi şevên spî ra girêdayîne.
Tiştekî ecêv e, di salekê da ew şev tenê du, sê hevta didomînin, lê baştirîn bîranînên xortaniya min bi wan şevan ra girêdayîne.
Xerîbî tiştekî sêr e. Tişt hebûn, wekî li welêt tu caran ne dihatin bîra te, lê li vir bi şev û roj ji bîra te naçin.
Li vir hevalê min tune ne, kesî derd û kulên min tê bigihîje tune.
Lêxistina vê kemanê nîn bûya, niha ez ji zû va danavî bibûm. Gava ez kemanê dixim û çavên xwe digrim, min tirê ez dîsan li welêt im.
...û ez ê herim.
Berî şevên spî dest pê bibin, ez ê herim!